Fermandarê Çaldiranê “Hesen Mihemedzade” daye zanîn ku barîna teyrokê û rabûna lehiyan zêdetir ji 110 milyar Riyal xisar bi devera Çaldiranê xistiye”.
Fermandarê Çaldiranê “Hesen Mihemedzade” daye zanîn ku bi sedema lehiyê, pira gundê “Qerebulax”ê ku take rêya hatûçûnê ya di navbera Çaldiran û Çayparê û Şot ê ye, hirîfiye û 110 milyard Riyal xisar bi beşên werzêrî, xwedîkirina ajelan, bînayan û rêyên hatûçûnê hatiye xistin.
Herwisa Fermandarê Çaldiranê tevî îşarekirin bi barîna baran û rabûna lehiyê ku 27 gundên devera navndî ya Çaldiranî li xwe girtibû got: “Di wan gundan de zêdetir ji 400 pezên gundiyan ji nav çûne”.
Dervera Çaldiranê hemû salan bi sedema lehiyan rastî xirasên giran ên malî û hin caran jî rastî xisarê canî dibe le heya niha rejîma Îranê tî bernameyek bo çarserkirina wê pirsgirêkê nedariştiye.
Avakirina piran bi awayê zanistî nînin û di dema avakirina wan piran de cêografiya deverê nayê berçavgirtin û her salê di dema barîna baran û teyrokan de lehiyên bi hêz radibin ku xelkê rastî xisarên micid dikin û bi wê awayî jiyana xelkê jî di bin gefa lehiyan de ye.