Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Lehîyeke din Kurdistan û Îran girte ber xwe

15:44 - 26 Şibat 2020

Piştî hişdarîdan bo barîna baraneke bigur di çend bajarên Kurdistan û Îranê de, di yekem sîpela barîna baran di parêzgehên Îlam, Luristan, Xûzistan, Kohgîlûye û Buyêr Ehmedê de lehî rabû.

Di encama barîna barana şeva derbasbûyî di parêzgeha Luristanê de, piraniya rêyên wî bajarî hatine daxistin.

Xelkê 9 gundên girêdayê bajarê “Pol Duxter”ê, bi sedema barîna befir û baranê, gundên xwe berdane û piraniya pir û rêyan bin avê ketine.

Di hindek gundan de, rewşeke metirsîdar e û gundê “Heyat El-Xeyib” a girêdayê bajarê “Çigin” di parêzgeha Luristanê de, kawil bûye.

Pira hesin ya dewera “Şahîwend” a girêdayê bajarê “Dûre”, bi sedema lehiyê hirifî. Herwisa pira “Me`imûlan” jî şikestiye û bûye sedem ku boriyên gaz û avê qut bibin.

Her wekî di raporan de bas hatiye kirin, barîna baranê dê berdewam be û li parêzgehên Îlam, Kirmaşan, Luristan, Xuzîstan û Çarmihal û Bextiyarî, hişdarî hatiye dan.

bo heyama 48 demjimêran, li parêzgeha Lurstanê 95 mîlîmetir baran bariye û rêyên sereke yên wê parêzgehê hatine daxistin.

Rêya 150 gundên parêzgeha Luristanê hatine daxistinê û di hindek gundan de av û gaz tinîne.

Li destpêka demsala bihara îsal, çendîn parêzgehên Kurdistanê rastî lehiyan hatine û xisarekî giran bi xelkê ketiye ku heya niha jî nahatine qerebûkirin. Rabûna dûbare a lehiyê, rewşa jiyana xelkê wan parêzgehan dijwartir dike.