Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Lêkolerên Ajansa Navnetewî ya Vizeya Navikî ji binkeya navikî ya Duyem a Îranê nimûne hilgirtin

11:14 - 1 Çirriya pêşîn 2020

Ajansa Navnetewî ya Vizeya Navikî ragihandiye, ku pêka lihevhatina berê digel Îranê, lêkolerên wê Ajansê di binkeya navikî ya Duyem a Îranê de amade bûne û nimûne jê hilgirtine.

Roja Çarşemî, 30ê Îlonê, Ajansa Navnetewî ya Vizeya Navikî ragihandiye, ku lêkolerên wê Ajansê di binkeya Duyem a cihê şikê ya rejîma Îranê de amade bûne û ji wê binkeyê nimûne hilgirtine û ew amadebûna pêka lihevhatina berê ya Ajansa Navnetewî ya Vizeya Navikî digel rejîma Îranê de bûye.

Li ser wê mijarê, Serokê Ajansa Navnetewî ya Vizeya Navikî, “Rafael Grossi” di roja Çarşemî, 30ê Îlonê de ragihandiye: “Bernameya navikî ya Îranê gelek aloz e û bi wê hegerê, Ajansa Navikî bernameyeke çavdêrî ya berfireh li ser Îranê heye û di sala derbasbûyî de, Ajansê zêdetir ji 400 lêkolîn di Îranê de kirine.

Herwisa “Rafael Grossi” got: “Çalakiya navikî ya Îranê piştî lihevhatina navikî daket, lê ti carî nerawestaye".

Herwisa navbirî îşare kiriye ku: “Ya ku em li pey ketine qas û asta meyandina Uraniyomê ye, bo me derketiye ku Uraniyoma meyandî ya Îranê niha ji ya 2 salan berî niha zêdetir e”.

“Rafael Grossi” daye zanîn ku: “Em nigeranê bernameya navikî ya Îranê ye”.