Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Lêkolîn a datayên di nava Sinduqa reş a balafira Ukrayn ê di Ferans ê de, dawî hat

14:10 - 24 Tîrmeh (Temûz) 2020

Lêkolîn û xwendina datayên di nav Sinduqa reş ya balafira “Ukrayn”ê ku bibû armaca mûşekên Spaha terorîste Pasdaran, di welatê Firnasê de bi dawî hat.

Roja Pêncşemî, 23ê Tîrmeha 2020 an , lêkolîn û xwendina datayên di nav Sinduqa reş ya balafira “Ukrayn” ê, ji aliyê “Ofîsa Lêkolîn a Ewlehiya veguhastin a Sivîl a Firans ê” piştî 4 rojan wekolînan, bi dawî hat, datayên wê Sinduqa reş ji dengên tomarkirî yên li nav kabîn a Firokevan (CVR) û datayên emrazên tomarkirina zaniyariyên teknîkî yên firînê (FDR), pêk hatiye.

Heya niha ti agehdariyek ji datayên di nav wê Sinduqa reş de belav nebûne û ya xuya ewe ku rejîma Îran ê piştî belavbûna zaniyariyên di nava wê Sinduqa reş de, dê rûreştir bibe û rûkê hov û dijî mirovî yê rejîma Îran ê zêdetir bo hemî cîhanê xuya be.

Balafira “Ukrayn”ê ku hilgirê 176 misafiran bû, di roja “18 ê Befranbar” a sala derbasbûyî de, ji aliyê Spaha Pasdaran a terorîst ve, bi lêdana 2 mûşekan, xistine xwarê û 176 kesên di nav wê balafirê de, bi awayekî trajîk canê xwe ji dest dabûn.