Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Lêpirsyarê Giştî yê PDKÎ pîrozbahî li Dr. Peyman Babayî re got

17:09 - 4 Gulan 2019

Kurdistanmedia: Mistefa Hicirî Lêpirsyarê giştî yê PDKÎ pîrozbahî li Dr. Peyman Babayî re got.

Roja Şemî rêkefta 14`ê Banemera 1398`an, Mistefa Hicrî Lêpirsyarê giştî yê PDKÎ, pêşwazî û pîrozbahî li Dr. Peyman Babayî endamê PDKÎ û mamostay zanîngehê re kir, ku pileya nayab ya bawerînameya zimanê Îngilîzî li zanîngeha Selahedîn li bajarê Hewlêrê vergirtiye û ragehand ku ev şanaziyeke bo PDKÎ ku endamekî wekî Dr. Peyman heye ku, tevî hemû kêmasî û kêmbûna îmkanatan û jiyana koçberiyê, bawerînameya bilind bi destveaniye.

Di hember de, Dr. Peyman Babayî tevî spaskirin û pêzanîn ji Mistefa Hicrî bo pêşwazîkirina germ, ragehand ku, keyfxweşim ku, endamê PDKÎ me, û bas ji vê jî kiriye ku, netenê bawerînama min belkû, hemû jiyan û temenê min bo xizmekirin bi PDKÎ diyarî dikim û hemû perwerde û pêgehandina xwe qerdarê debistana tijî li serbilindî ya “Qazî û Qasimlo û Şerefkendî” ne.