Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Lêpirsyarê giştî yê PDKÎ semînareke teşkîlatî li dar xist

10:38 - 20 Hezîran 2018

Kurdistanmedia: Lêpirsyarê giştî yê PDKÎ di Amerîkayê de, semînareke rêkxistinî ji bo beşek ji endamên PDKÎ bi rê ve bir.

Roja Yekşemî 28`ê Cozerdanê (18`ê Hezîranê) “Mistefa Hicrî” lêpirsyarê giştî yê PDKÎ, di doma civînên siyasî û dîplomasî yên xwe di Amerîkayê de, digel beşek ji endamên PDKÎ yên ku di devera “Washington”ê de akincî ne, civînek pêk anî.

Ev semînara bi ragirtina deqeyekê bêdengî ji bo rêzgirtin ji riha pak ya şehîdên Kurd û Kurdistanê bi giştî û şehîdên Rasanê dest pê kir.

Piştre “Rehîm Reşîdî” tevî xêrhatinkirina ji lêpirsyarê giştî yê PDKÎ armanca vê civînê ji bo kesên amadebûyî zelal kir, û piştre “Usman Palanî” derheqê kar û çalakiyên komîteya hizbê di Amerîkayê de axivî, û piştre  lêpirsyarê giştî yê hizbê li ser daxwaza berpirsê komîteya PDKÎ axavtina xwe dest pê kir.

 “Mistefa Hicrî” derheqê pirsên siyasî, aborî û leşkerî yên Kurdistan, Îran û deverê de axivî, û her di vê derheqê de, siyaset û dîtingeh û helwêstên PDKÎ bi hûrî ji bo kesên amadebûyî yên di vê civîna rekxistinî de bas kir.

Di beşeke din ya axavtinên siyasî yên lêpirsyarê giştî yê PDKÎ de bas ji sîstema nû  ya hizbê û guherînkariyên vê kir, ku piştî kongireya 16`an ya hizbê hatine kirin, û her di pêwendiyê de jî, lêpirsyarê giştî yê PDKÎ bi hûrî hewcehiya guherînkariyan ji bo endamên hizbê şirove kir, û  ev yeka zelal kir ku, hewce ye Kurdistana Rojhilat li ser bingeha siyaseta nû  ya PDKÎ bibe rojeva siyaset û biryara di deverê de, û di vê derheqê de jî hesab jê re bê kirin.

 “Mistefa Hicrî” ji endamên hizbê daxwaz kir, ku ji caran zêdetir ji bo pêşvebirina kar û têkoşana hizbê dilsozane erk û wezîfeyên hizbî werbigirin.

Di beşa dawî ya vê semînarê de, lêpirsayê giştî bersiva hemû têbînî û pirsên kesên amadebûyî da.

Hêjayî basê ye ku lêpirsyarê giştî yê hizbê ji roja 20`ê Cozerdana îsal ve, serdaneke fermî bo Amerîkayê kiriye, û her di vê çarcoveyê de jî, tevî hevdîtina digel karbidestên Amerîkayê di çend binke û navendên hikûmî yên bajarê “Washington”ê de, derheqê Kurdistana Rojhilat de axiviye, û herwiha ev çalakî û hereketên siyasî  û dîplomasî yên lêpirsyarê giştî  yê hizbê, heta çend rojên bê de jî wê dom hebe.