
“Mistefa Hicrî” lêpirsyarê Giştî yê Parta Demokrat a Kurdistan Îranê serdana pêşangeha şehîdên Kurdistanê kir û digel rêbaza şehîdan peyman nû kir.
Roja Duşemî 8ê Befranbara 2720an a Kurdî, “Mistefa Hicrî” lêpirsyarê Giştî yê PDKÎ serdana pêşangeha şehîdan kir û ji wan hevalê ku di vê beşê de mandî bûne û ew pêşangeh bi awayekî rêkûpêk nûjen kirine spas û destxwşî kir.
Rêzdar “Mistefa Hicrî” li serdana xwe bo pêşangeha şehîdên PDKÎ, digel rêberên me yên şehîd û tev şehîdên rêya azadiya Kurdistanê peyman nû kir ku heta gihîştin bi armanca wan şehîdan li xebat û têkoşana xwe berdewan bin.
“Mistefa Hicrî” destxweşiyek taybet ji berpirsên beşa şehîdan kir ku hewlek zêde bo vê pêşangehê dane.