Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Lêpirsyarê Giştî yê PDKÎ serdana Sênaya Beljîkê kir

17:24 - 14 Kanûna pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Lêpirsyarê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê di çarçoveya serdana xwe ya Ewropayê de, Piştî konferansa “paşeroja girûpên îtnîkî li Îranê”, digel “Mark Dê Mêsmarkir” Sênatorê Beljîkî civîn pêkanî.

 “Mistefa Hicrî” Lêpirsyarê Giştî yê PDKÎ ku bi merema amadebûn li konferansekê di parlemana Ewropayê de, serdana welatê Beljîkê kiriye, roja Înê 22`ê Sermaweza 1398`an, civînek digel Sênator “Mark Dê Mêsmakir” pêk anî.

Di vê hevdîtinê de, Lêpirsyarê Giştî yê PDKÎ, basek bi hûrî li ser dawîpêşhatiyên Kurdistan û Îranê kir û basek li ser pirsa Kurd di Îrana niha de kir. Di vê çarçoveyê de zêdetir bas li ser xwenîşandanên wê dawiyê û ew tawanên ku rejîmê Îslamî li dijî xelkê Kurdistan û Îranê encam daye kir û herwisa îşare bi hejmara kuştiyên serhildana wê dawiyê ya Îranê û Kurdistanê kir.

Eva ku bo Sênator “Mîsmakir” cihê pejirandê bû xistina rojevê ya wê mijarê bû ku çawa welatên Ewropayê dikarin havkar û rêgirbin li ser serweriyên rejîma Îranê, bi wî watayî ku welatên Ewropayê wek endamên cuda dikarin astengiyan bo rejîma Îranê zêdetir çê bikin.

“Mistefa Hicrî” ji wê aliyê ve ku çawa bikare rejîma Îranê li hember daxwazên xelkê û wî dîktatorê di deverê de neçar bi paşekêşiyê bike, bir û ramanên xwe xiste ber bas.

Di encama civînê de Lêpirsyarê Hizbê daxwaz kir ku Sêna bi havkariya parlemana Fedral a Beljîkê li hember rejîma Îslamî micid bin daku ew rejîme paşekêşiyê pê bêkirin û bo wê mebestê jî komek pêşniyar pêşkêş kir.

Di heman demê de daxwaz kir ku piştevanê xelkê û hêzên demokratîkxwaz li Îran û Kurdistanê bin.