Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Lêpirsyarê Giştî yê PDKÎ serdana tirba şehîdên Viyenê kir

18:30 - 14 Tîrmeh (Temûz) 2021

Roja Sêşermî 13ê Temûza 2021an, Lêpirsyarê Giştî yê PDKÎ “Mistefa Hicrî”  li bajarê “Parîsê paytexta welatê Feransê di 32emîn salvegera şehîdkirina Dr. “Ebdulrehman Qasimlo” de serdana tirba şehîdên Viyenê li goristana “Pêrlaşêz”ê kir.

Lêpirsyarê Giştî yê PDKÎ bi danîna gul li ser tirba şehîdên “Viyen û Berlîn”ê ji aliyek soza xwe digel wan şehîdan nû kir ku rêbaza wan berdewam e û ji aliyeke dinê ve, ew serdana nîşaneyek ji emegnasiya xwîna wan şehîdan e ku bi narewa hatine rijandin.

di rojeke wiha de 32 salan berî niha, karbidestên rejîma terorîstperwere Komara Îslamiya Îranê li ser masê danûstandin bo aşitiyê, rêberên tevgera mafxwazaneya Rojhilatê Kurdistanê, nacamêrane şehîd kirin.  

Berpirsên dewleta Otrîşê, dîplomat-terorîstên Komara Îslamiya Îranê bi bê ti lêpirsîn û lipeyketinekê şandine Îranê.

Domderên rêbaza şehîd “Dr. Qasimlo”, hemû salan di wê rojê de bi çalakiyên siyasî, banghêjî û lidarxistina semînar, civîn û kombûnan nîşan didin ku ew şehîdane nayêne jibîrkirin û hêj wekî meşxelbidestên rêya azadiya Kurdistanê têne dîtin û rêz ji ked û xebata wan tê girtin.