Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Leşkeriyek ku amade nebû kolberan bikuje, ji aliyê fermandê xwe ve hate kuştin

12:32 - 27 Tîrmeh (Temûz) 2020

Leşkerekî Kurd di demekê de ku di kemînê de bûne, amade nabe bi destûra fermandê cinayetkar teqê ji kolberan bike û bikuje, gelek hovane ji aliyê wî fermandê cinayetkar ve tê kuştin.

Şewa yekşemî 26ê Tîrmeha 2020an, di demekê de ku hêzên rejîmê li herêma ser sînorê Pîranşehrê, li ciheke bi navê “Berzîn” di kemîna kolberan de bûne, dema ku karvanê kolberan bi ser wê kemînê de tê, fermandê dijî Kurd ê rejîmê destûrê dide ku bê agehdarkirina berê, teqê ji kolberan bikin, serbazekî Kurd ku amade nabe kolberan bide ber gullan, fermandê cinayetkar regbarekê lêdide û her li vir dikuje.

Ew serbaz bi navê “Şahîn Aşnawer” ê xekê “Gîlan”ê bûye, piştî vê ku bi derba 5 gullan ji aliyê fermandê cinayetkar ve hatiye kuştin, wî fermandê cinayetkar cehd kiriye ku wisa bide kifşê ku ew bûyerekî nexwastî bûye.

Roja derbasbûyî termê wî serbazê bê guneh, bo malbata wî hatiye şandin, û bê vê ku çawaniya kuştina wî bo malbat û kes û karên wî re zelal bikin, tenê ew agehdar kirine ku li ser sinor hatiye kuştin.