Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Leyîstina bidûhev yên berpirsên rejîma Îranê li derheq canê xelkê

18:27 - 18 Kanûna Paşîn 2021

Di halekê de ku heta niha zêdetir ji milyonek û 300 hezar kes di Îran û Kurdistanê de tûşî vîrûsa Koronayê bûne û ev nexweşiya cora nû ya bi navê Kovîd 20, bi awayekî lezgîn zêde dibe, karbidestên rejîmê ti rêçareyek bona kontrolkirina wê nexweşiye negirtine ber xwe.

Bi nav nûnera meclîsa Rejîma Îranê, “fatime Rehmanî”, îdia kiriye ku, xelkê Amerîkayê, vaksena “Fayzêr” a berhema Amerîkayê pesend nakin û çendîn mînak ji paşhatên pêkuta vaksenê di nav xelkê de hatine dîtin.

Herwisa “Fatime Rehmanî” îdia kiriye ku, hekî vaksena Fayzêr baş ba, bê şîk Amerîkayê ew nedifirote me û bo xelkê xwe dê bikar anîba.

Wê binav nûnera meclîsa rejîmê, bi îşarekirin bi qotinên rêberê rejîmê “Elî Xamineyî” gotiye: “Nabe îznê bidin ku Amerîka û welatên din yên Rojavayî, Îranê bikine cihê ceribandina vaksenên xwe û berpirsên me dibe tenduristiya xelkê biparêzin.

Rêberê rejîma Îranê, “Elî Xamineyî” di heftiya derbasbûyî li hevpeyvîneke têlêvîzyonî de , kirîna vaksenên Koronayê yên berhemên Birîtaniya û Amerîkayê, qedexe kir. Piştî gotinên “Elî Xamineyî”, Berdevkê “Heyva Sor” a Îranê gotibû ku kirîna 150 hezar vaksenên şirketa “Fayzêr” ku ji aliyê xêrxwazên Amerîkayê ve bo me dê bihata şandinê, hate rawestan.

Li wê derheqê de, Rêkxistina Lêborîna Navnetewî, seba biryara Xamineyî, daxuyaniyek belav kiribû ku: “ew vaksen canê mirovan ji mirinê rizgar dike, qedexekirin û nekirîna wê vaksenê, pêngaveke bona sivikatîkirin bi mafê mirov e ku berpirsên rejîmê, çendîn dehikin ku wî karî dikin”.