
Daketina lezgîniya înternetê û qutbûna wê di çendîn cihên parêzgeha Urmiyê de bûye sedem ku xelk rastî pirsgirêkan bibin.
Li parêzgeha Urmiyê bi taybet li bajarên Serdeşt û Pîranşarê, bi sedema qutbûna demdirêj an daketina yekcarî ya lezgîniya înternetê xelk rastî pirsgirêkan hatine û bi taybet dersxwan û beşên ku karê wan girêdayî bi înternetê ye rastî pirsgirêkên micid hatine û beşek ji karên xelkê bi wê sedemê nehatine encamdan.
Berpirsên pêwendîdar bo çareserkirina wan pirsgirêkan ti pêngavek hilnegirtine û tevî agehdarbûn ji wê rewşê ti hewlekê bo çareserkirina wan pirsgirêkan nadin.
Pêka yasaya erêkirî ya rejîma Îranê, wezareta Perwerde û Hînkariya rejîma Îranê divê hewcehiyên derxwanan wekî înterneta lezgîn û alavên hewce bo waneyan dabîn bike, lê bi berwajî, tevî ku ti hewcehiyek dersxwanan danîn nake, lezgîniya înternetê jî bi qasekî kêm kiriye ku dersxwan li waneyên Online bêpar bûne.
Qutbûn û daketina lezgîniya înternetê li parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê pirsgirêk bo beşên ticarî û îdarî jî afirandiye.