Roja Yekşemî 10`ê Rêbendanê mamosteyên deverên cuda yên Rojhilatê Kurdistan û Îranê bo roj duyem di xwandingehan de amade nebûn û bi vî awayî girev girtina seranserî ragihandin, û herwisa wan mamosteyan tekez jî, kirine ku heta gihîştin bi mafên xwe dê ev girev berdewam be.
Hevdem digel derbazbûna duyemîn roja girevgirtina seranserî ya mamosteyan, “Mihemmed Hebîbî” Berdevkê Encûmena Pîşeyî yê mamosteyan gotiye ku, li zêdeyî 300 bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê de, mamosteyan, dest avêtine bi gireva seranserî.
Di berdewamiya vê girevê de, hêzên ewlehiyê ên girêdayî rejîmê li bajarê “Merîwan”ê yek ji endamê encûmena pîşeyî ya mamosteyên wî bajarî, yê bi navê “Şe`iban Mihemmediyan” binçav kirine.
Pêka raporên belav bûyî, dersxwanên beşek ji xwandingehên Îranê, bona piştevanîkirin ji mamosteyan, tevlî kombûnên nerizayetî yên mamosteyan bûne.
Şêvra hevahengiyê ya Yekitiya Mamosteyan ji mamosteyan daxwaz kiriye da ku di rojên 9 û 10`ê Rêbendanê de li polên dersê de amade nebin û di roja 11`ê Rêbendanê de jî, gireva seranserî lidar bixînin.
Ev nerizayetiyên mamosteyan di halekê dene ku, daxwazkariyên wan yên yasayî rastî xemsarî û guhnedana karbidestên rejîma Îranê hatine.