Piştî birêveçûna cejna Newroja Kurdewarî li Bakurê Kurdistanê, operasiyonek leşkerî bo binçavkirina xelkê li 6 parêzgehên Bakurê Kurdistanê bi rê ve çû ku parêzgeha Amedê navenda operasiyonê bû. Ji vê operasiyonê 105 kes hatibûne binçavkirin.
Ji wan kesên hatinî binaçvkirin, piştî lêkolînê 30 kes ji wan hatine berdan û 75 ji wan jî, di girtîgeh û bin lêpêçînê de man.
Êvara roja Şemî 16ê Nîsana 2022an, piştî lêpêçînê wan 75 kesan, 37 ji wan hatine berdan.
Xwediyê Îmtiyaza Heftenameya Xwebûnê “Qadrî Esen û Rojnamevan “Elî Koçer” di nav wan 32 kesan de bûn ku bêyî bên dadgehkirin, hatine berdan.
Ji wan pênc kesên ku bo Dadgeha Amedê hatin şandin, du kes bi navên Înanç Mutlu û Faruk Azarkan hatin girtin. Li Rêveberiya Giştî ya Asayîşa Amedê daye zanîn ku lêpirsîna digel 27 kesan berdewam e.
Roja Înê 15ê Nîsana 2022an Dozgerê Giştî yê Amedê biryar dabû ku li derheq birêveçûna cejna Newrozê lêkolînên bê kirin û li ser wê daxwazê di operasiyonekê de 105 kes ji xelkên Bakurê Kurdistanê bi tohmetên cuda hatine binçavkirin.