Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Amerîkayê yad û bîranîna 2`ê Rêbendanê bilind hate ragirtin

12:34 - 24 Kanûna Paşîn 2019

Kurdistanmedia: Komîteya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê li welatê Amerîkayê, bi boneya hatina 2`ê Rêbendan salvegera damezirandina Komara Kurdistanê, rêûresmeke bicoş bi rê ve bir.

Pêka rapora ku gehiştiye malpera “Kurdistanmedia”yê roja Yekşemiyê rêkefta 20`ê “January” a 2019`an a Zayînî, li bajarê “Fêrfeks” li Eyaleta “Vêrcîniya” a Amerîkay, 2-ê Rêbendanê salvegera damezirandina Komara Demokratîk a Kurdistanê (1946), bi beşdariya kesayetiyên siyasî û dehan kes ji Kurdên akincî yên wê herêmê bi rê ve çû.

Destpêka cêjnê sirûda neteweyî ya “Ey Reqîb” û ragirtina deqeyek bêdengî ji bo rêzgirtin ji canê paqij ê şehîdên Kurd û Kurdistanê bû.

Di beşea yekem a bernamê de du bas hatin pêşkeşkirin, basa yekem ji aliyê heval Rêbwar Selîmî li ser girîngiya damezirandina Komara Kurdistanê, û kesayetiya bilind a Pêşewayê nemir, û basa duyem ji aliyê heval Hawrê Areş Salih Nûnerê Hizba Demokrat li Amerîkayê ve, hate pêşkeşkirin, ku tewerên basa wê ewane bûn: Guherînên Rojhilata Navîn û rewşa Kurd di vê qonaxê de, û girîngiya pêkanîna navenda alîkariya Hizbên Kurdistan a Îranê, û rol û bandorên “Rasan”ê, û Hizba Demokrata Kurdistan a Îranê di vê navendê de.

Piştre peyama Komîteya Hizbê li welatê Amerîkayê hate pêşkeşkirin.

Her bi vê bonê ve her yek ji wan Hizb û rêkxirawane peyam û pîrozbahiyên xwe xwandin:

-Liqa 7 a Parta Demokrat a Kurdistanê li Amerîka û Kanada.

-Yekîtiya Nîştimanî a Kurdistanê, Komîteya Rêkxistina Amerîka.

-Komeleya Şorişgêr a Zehmetkêşan a Kurdistana Îranê.

Dawî beşa bernamê jî, bi xwandina stiranan û govend û dîlana beşdarbûyiyên cêjnê heta direngiya şevê dirêjî kêşa.