Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li bajarê Abadanê hêzên rejîma Îranê teqe li xwenîşanderan kirin

12:45 - 28 Gulan 2022

Piştî hiloşîna avahiya Metropolê li bajarê Abadanê, xelk bona nîşandana nerazîbûna xwe bi kerb û hêrsek zêde û bi heşîmetek pirr derkevtin li ser şeqaman û siloganên li dijî gendelî û rejîma Îranê qîrandin.

Evariya roja Înê 27`ê Gulanê, xwenîşandanên nerazîbûnê bi beşdariya hezaran kesî li bajarê Abadanê, bi awayekî berfireh hatin lidarxistin û pêka hejmarek ji çavkaniyên nefermî, li bajarên weke “Bûşêhr û Mahşehr”ê jî xwenîşandanên berfireh hatine lidarixistin û di dawîn dîmenên hatinî girtin de ku belav bûne eşkere ye, hêzên leşkerî ên rejîma Îranê teqe ji xelkê nerazî dikin.

Rejîma Îranê bi lêxistin û teqeya rasterast, û havêtina gaza bîbera rundkrêj, hewla kontrolkirina wan xwenîşandanan dane lê, tevî vê ku serkevtî nebûne gelek cihên aloz jî terkandine.

Wan xwenîşandanên nerizayetîyê bi dehan birîndar û çendî kuştî li pey xwe hebûye lê, heta niha ti amarek serast ji birîndar û kuştiyên wan xwenîşandanên nerizayetiyê, nehatine belavkirin û hêlên înternetê qutbûne an jî lezgîniya wan daketiye.