
Roja Duşemî 16ê Reşema 1400an a Rojî, li bajarê “Bane”yê girêdayê parêzgeha “Sine”yê rêûresmek bi şan bo bexşîna bawernameya fêrkariya zimanê dayîkê hate lidarxistin.
Ew rêûresim ji aliyê navenda çandiya “Bane” li salona “Arbaba” hatibû lidarxistin û ji aliyê xelkê wî bajarî ve bitaybet zarokan ve pêşwaziyek gerim jê hate kirin.
Navendên çandî li tev bajarên Kurdistanê bo geşedan bi zimanê dayîkê û handana xelkê bi taybet zarokan û herwisa bo parastin û bi zindîragirtina zimanê dayîkê bi awayên cuda xizmet bi zimanê Kurdî dikin û waneyên Kurdî dibêjin.