Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li bajarê Bokanê çalakiyên teblîxî hatin lidarxistin

17:32 - 4 Gulan 2019

Kurdistanmedia: Endam û alîgirên PDKÎ li bajarê Bokanê çalakiyên teblîxî lidarxistin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, xebatkarên Demokrat bi daliqandina alaya Kurdistanê û cemedaniyê, piştevaniya xwe li Partiya Demokrat a Kurdistana Îran û berdewambûna Rasanê ducarî kirin.

Endam û alîgirên PDKÎ li bajarê Bokanê, bi daliqandina alaya Kurdistanê, hildana cemedanî û bi nivîsîna dirûşmên wekî: “Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û Rasan”, li bajarê Bokanê li cihên wekî, “Naleşikêne, Kultepe, gundê Îngîce û li ser riya gundên Kanî Tebet, Qilîc û Albilax, çalakiyên teblîxî birêve birin.

Endam û alîgirên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, bi encamdana çalakiyên tebilîxî li bajarên Kurdistanê, piştevaniya xwe li bizava rizgarîxwaziya Kurd û aciziya xwe li rejîmê nîşan didin.