
Roja Pêncşemî 18ê Sermawezê, dewreyek a hînkariya zimanê Kurdî ji aliyê Navenda Çandî û Hînkarî û Fêrgeha “Beyan”ê di bajarê “Bokan”ê de bi awayek serkevtî bi dawî hat.
Ew dewreya hînkariyê bi rênivîsa Kurdiya ya tîpên Latîn û bi beşdariya çend keç û kuran bi dawî hat.
Navenda Çandî û Hînkariya “Beyan”ê di 23ê meha Xermanan sala 1396an a Rojî de li bajarê “Bokan”ê hate avakirin û niha tayên wê di piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistanê de wekî “Mihabad, Bokan, Nexede,…”de hatine avakirin.
Di piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistanê de,bo xizmet kirin bi ziman û wêjeya Kurdî û herwisa nasandin zimanê Kurdî bo nifşa nû û bo zindîragirtina wî zimanî, encumenên çandî û hînkarî bi awayên xwebexş hatine ava kirin û tevî pirsgirêkên malî û hêcetgirtinên rejîma Îranê û navendên ewlehî û îtila`atî , mijûlê hînkariyê ne û ew derfetek bo geşekirina zimanê kurdî ye.
Rejîma Îranê berê çendîn çalakvanên zimanê Kurdî bi sedema wanegotinan binçav kiribûn û çendîn kes ji wan bi neçarî ji Rojhilatê Kurdistanê derkevtibûn lê niha derfet e ku nivşa nû mifah ji wan derfetan verbigre.