
Endam û alîgirên PDKÎ li bajarê “Bokan”ê serdana gora şehîdên rêya rizgariya Kurdistanê kirin û bo carek din peyamana wefadariyê nû kirin.
Endamên dilsoz yên PDKÎ çûne ser gora şehîd “Sedîq Kedxuda” naskirî bi “Serheng” û bi danîna alaya pîroz a Kurdistanê li ser tirba wî, tekezî li ser domkirina rêbaza şehîdan kirin.
Şehîd “Sidêq” kurê “Îbrahîm Kedxudayî” xelkê gundê “Goktepe” yê “Qeremûsalî” ye û piştî şehîdkirinê di warê xwe de bi axa pîroz a kurdistanê hatibû spartin.