Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li bajarê Bokanê rêz ji pêşengên jîngehparêziyê girtin

19:14 - 27 Gulan 2020

Roja Duşemî, 25`ê Gulanê (5`ê Cozerdan), rêûresmek bona rêzgirtin li yekemîn pêşengên jîngehparêziyê di bajarê Bokanê de bi rê ve çû.

Ji aliyê çalakvanên jîngehparêzî û çiyagerî ya bajarê Bokanê, rêûresmek bo rêzgirtin li mamosta “Enver Bapîrî” bi rê ve çû û rêz li çalakî û keda çendîn saliya navbirî girtin.

Bi sedama aloziya rewşa tenduristî ya “Enver Bapîrî” ku bi salane tûşê nexweşiya şêrpencê bûye, ew kombûn di mala navbirî de bi rê ve çû.

Di wê rêûresmê de hindek ji çalakvanên medenî û jîngehparêziyê beşdar bibûn û di qonaxeke wê rêûresmê de Berpirsê Giştî yê Navenda Çandî û Hînkariya “Beyan”,“Emîr Piyade”, gotinek pêşkêşî beşdarbûyên rêûresmî kir.