Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li bajarê Bukanê rejîm gefa binçavkirinê li xelkê dixwe

12:41 - 21 Gulan 2021

Berpirsê hêza întizamî yê Bokanê gef li çalakvanên medenî, kesayetiyên çandî û Olî xwariye ku hekî li derheq baykutkirina hilbijartinê de biaxivin dê rastî binçavkirin û girtîgehê bibin.

Berpirsê hêzên întizamî yê bajarê Bokanê, Pasdar “Heyderî” gef xwariyê ku her kesek li derheq beşdarînekirina xelkê li hilbijartinan de banghêjiyê bike dê rastî binçavkirin û girtîgehê bibe û herwisa gef li çalakvanên medenî û kesayetiyên civakî û Olî xwariyê ku hekî hilbijartinê baykot bikin an li derheq beşdarînekirianxelkê li hilbijartinan de banghêjiyê bikin dê rastê binçavkirin û girtîgeghê bibin.

Herwisa wî berpirsê rejîmê daye zanîn ku ji Urmiyê destûr vergirtine ku her kesek li dijî hilbijartinê de biaxive dê rastê binçavkirin û girtîgehê bibe.

Herwisa wî Pasdarê terorîst gef li xelkê xwariye ku her kesek li torên civakî de li dijî dengdanê kamêntan binivîse dê rastî binçavkirin û girtîgehê bibe.

Rejîma Îranê bi xwe baş dizane ku ti rewatî û nirxek di nav xelkê de tinînin û kes li bi nav helbijartinên wan de beşdariyê nake lewma, dixwaze bi gefxwarinan, xelkê bo ser sindoqên dengdanê rabikêşe.