Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li bajarê “Ciwanro”yê bawernameya Kurdî bi çendîn fêrxwazan hate dan

16:41 - 8 Çirriya paşîn 2021

Rêkevta 13ê Xezelwera 2721an a Kurdî bawernameya rênûsa zimanê Kurdî ji aliyê navenda çandî û hînkariya “Beyan”ê a taya bajarê “Ciwanro”yê bi derçûyên wê xulê hate pêşkêşkirin.

Taya Ciwanro ya çandî û hînkariya Beyanê bi nûneratiya “Sirwe Muradî” di bin çavedêrî û serperiştiya Nivîsîngeha “Fêrgeha Beyan” û “Encumena Wêjeya Xanay Qobadî” de erk û xizmeta xwe di rêkevta 19ê Rêbendana sala 1397an a Rojî de dest pê kir.

Ew Navenda hînkariyê heta niha çendîn xulên taybet bi rênûs û rêzimana Kurdî bi rê ve biriye.