Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li bajarê Dalahoyê 9 hiktar zewiyên genim di agir de şewitîn

11:47 - 29 Hezîran 2022

Roja Çaşemî 28`ê Hezîranê li gundê Gavdane Xor yê girêdayî bajarê Dalaho ya ser bi parêzgeha Kirmaşanê, bi sedema agir kevtinê, 9 hiktar zewiyên genim û 22 embarên kayê û çar hiktar eraziyên derdorê şewtîn.

Herwisa Serheng Kyûmers Şehbazî wezîfedarê hêza Întizamî yê rejîma Îslamî a Îranê di hevpeyvîna digel Nûçegihaniya Mêrsad ya girêdayî rejîmê, şewtîna zewî û embarên kayên yên xelkên gundê Gavdane Xor ya girêdayî bajarê Dalaho ya ser bi parêzgeha Kirmaşanê pejirandiye û herwisa gotiye ev agir kevtin bi alîkariya xelkê derdorê hatiye vemirandin.

Pêka gotina wî wezîfedarê hêza Întizamî heta niha sedema wê agir kevtinê zelal nebûye.

Li bajarên Kurdistanê, bi sedema cudahî danîn û neberpirisbûna navendên peywendîdar yên rejîmê, bona hawar hatina di bûyerên wiha de, xelk neçar dibin bixwe û bi destên vala pêşî ji berfirehbûna bûyerên wiha bigirin lê, ji ber nebûna îmkanatên hewce zirarên giran ji xelkê lê qewmî dikeve.