Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li bajarê Dîlok a Bakurê Kurdistanê teqînek qewimî

11:22 - 19 Kanûna pêşîn 2020

Li Nexweşxaneya Zanîngeha “SANKO” ya bajarê “Dîlok” a “Bakurê Kurdistan”ê teqînek qewimî û pêka zanyariyan di encama wê teqînê de 8 kesan canê xwe ji dest dane.

Nexweşxaneya Zanîngeha “SANKO” derheq bûyerê de daxuyaniyek belav kir û eşkere kir ku bûyer di beşa çavdêriya hûr a taybet bi nexweşên Koronayê de qewimiye û li encama teqîneka kepsûleke oksîjenê de agir berbûye wê beşê.

Pêka zanyariyên wê nexweşxaneyê, di encama teqîn û şewitînê de, 8 nexweş ku 3 kes ji wan jin bûne, canê xwe ji dest dane.

Navên kesên ku di encama bûyerê de canê xwe ji dest dane bi wî awayî ne: “Mehmet Reşît Saydanoxlu yê 75 salî, Fethiye Kirca ya 78 salî, Naciye Ulûkutûk a 56 salî, Ebdî Hamzaoxlu yê 68 salî, Elif Akgul a 85 salî, Okaş Akbolût ê 69 salî, Kahraman Taş ê 71 salî û Ali Safet Canpolat ê 64 salî”.

Herwiha pêka daxuyaniya belavkirî, 14 nexweşên ku di wê beşê de, çareserî verdigirtin bo nexweşxaneyên din hatine veguhastin û derheq bûyerê de lêkolîn dest pêbûye.