Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li bajarê Efrîna Rojavayê Kurdistanê teqînek rû da

17:28 - 24 Şibat 2021

Li bajarê Efrîna Rojavayê Kurdistanê ku di bin kontrola hêzên girêdayê Tirkiyê de ye, bombek teqiya û 3 kes birîndar bûn û xisarên malî jî li pey xwe anî.

Roja Çarşemî 24ê Şibatê, Saziya Çavedêrî ya Mafê Mirov li Sûriyê ragihand, ku bombek li şeqama “El-Fîlat” a bajarê Erfînê teqiyaye û di encama wê teqînê de, 3 kes birîndar bûne û xisarên malî jî hebûne; Li wê derheqê de ti alî an girûpek ew teqîn nekêşaye stuyê xwe.

Li Efrîn û deverên din yên di bin kontrola hêzên çekdar ên girêdayê Tirkiyê de, gelek teqîn hebûne û 2 rojan berî niha, jin û mêrekî di mala xwe de bombek çêkiribûn ku teqiyabû û ew her 2 kuştibûn.

Li yek ji teqînên bi hêz li Efrînê di meha derbasbûyî de bû ku 5 sivîl ku 3 ji wan zarok bûn hatibûne kuştin û 29 kes jî hatuibûne birîndarkirin.

Herwisa li meha derbasbûyî di bajarên “El Ezaz û El-Bab”ê de 2 teqîn qewimîbûn ku 10 kesan canê xwe ji dest dabûn û 24 kes jî birîndar bibûn.