Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Bajarê Ehwaz ê Agir berbû Nexweşxanê

13:17 - 12 Nîsan 2020

Roja 11 ê meha Nîsanê li Bajarê Ehwazê Agir berbû Nexweşxane yekî taybet bi nexweşên Korona yê.

Gorî gotina Birahîm Qenberî birêweberê Saziya Hawarêde hatinê û para Agir temirandinê, Nexweşxana Razî ku ji bona tûşbûyî yên Korona yê hatibû terxankirin, Agir pê kevt û şevitî.

Heya dema amadekirina wî nûçeyî sedemê Agir kevtina bi vê Nexweşxanê, nehatiye ragihandin.

Nexweşxanên Îranê îmkanatên xizmetguzarî û pizişkî gelek kêmin û gelek caran ev yêke bûye mijar û sedema nerizayetiya nexweşan û malbatên wan.

Di nexweşxanên Îranê de, li demekê de ku mixabin Vîrûsa Korona yê perê xwe bi ser hemî welat de kêşaye, nikarin hewcehiyên nexweşan dabîn bikin, Derzî û derman, Textê nesaxan, Oksîjên anku bêhna deskird, alavên azimayîşa, pizişk û perestar, û bi giştî hemî cure xizmetguzariye kême, ev yekajî li piraniya Nexweşxanên Îranê bûye sedema nerizayetiya xelkê.

Lewma egera hindê heye ku bi nîşana nerizayetiyê û xemsariya rejîmê ku li xema xelkê de nine, hatibe şevitandin.