Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li bajarê Îlamê qedexeya hatûçûnê hate ragihandin

18:36 - 27 Tîrmeh (Temûz) 2021

Di bajarê “Îlam”ê de rejîma Îranê bi hêceta Koronayê astengên nû bo hatûçûnê danine ku hatûçûna maşînan li demjimêr 9ê şevê heta 4ê sibêdehê hatiye qedexekirin.

Herwisa maşînên nexwcihî di dema hatûçûnê nava vê parêzgahê de rastî sizayan dibin.

Rejîm bi hêceta belavbûna vîrûsa Koronayê dixwaze pêşî ji xwenîşandanên nerizayetî yên xelkê bigire û tirs ji vê yekê heye ku xelkê wî bajarî digel bajarên din tevlî xwenîşandanan bibin.

Herwisa şeva derbasdûyî di bajarê “Urmiyê” de jî çend demjimêran “Înternet” qut kiribûn.

Di heyama wan 13 rojên derbasbûyî di bajarên “El-Ehwaz”ê de bi sedema bê aviyê û nebûna birçveberiyeke serast, nerizayetiyên berfireh hatine lidarxistin.

Di bajarên parêzgeha Luristanê, Tewrêz, Erdebêl, Kirmaşan, Kerec, Tehran”ê de jî xelk tevlî wan xwenîşandanên nerizayetiyê bûne.