Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li bajarê Îsfehanê hell bûne cihê bêhvedana malbatan

13:00 - 4 Tîrmeh (Temûz) 2022

Kedkarên demsalî yên li bajarê Îsfehanê bona cihê man û bêhvedana xwe hellên hespan kirê digrin.

Kedkarên demsalî li bajarê Îsfehanê ji ber bilindbûna kirêya avahiyan û neşiyanê, li kêlega bajaran hellên hespan bona cihê mana xwe kirê digirin.

Heta niha di piraniya bajarên Îranê de ji ber bilindbûna nirxa kirêya avahiyan û neşiyana xelkê bona kirîn û kirêkgrtina wan, li derdora bajaran rûdinên lê niha dîmenek din ku cihê xwedî kirina heywanane hatiye gorê ev jî hellin.

 Hellên ku kedkarên demsalî kirê digrin, bê av, berq û heta derî û pencerene jî, û nêzîkî 15 malbat vir dimînin.

Pêka gotina rayedarên rejîmê 1 li ser 4 ji nifûsa Îranê derdornişînin yanî nêzî 19 milyon welatî derdornişînin lê ev gotina berprisên rejîmê ne, piştî kirêkirina Otirpostan, Banê avahiyan, kirêgritina çend malbata bihevre û kanêksan, niha dewr giştiye Koreyên Kelpîçan û hellên heywanan.

Li cem neberpirsên rejîma gendel û dijî mirovî, welatiyan ti nirxek nine, qada hejar û destkurt ji ber neşiyan û nebûna dahata hewce, bona cihê bêhnvedanê hellan ku cihê xwedîkirina heywanan kirê digrin.