
Beşek ji debistan û xwandingehên dewletî yê bajarê Kirmaşanê bo dana karnameya xwandina derisxwanan perê ji wan distîne.
Li bajarê “Kirmaşan”ê rejîma Îranê li debistan û xwandingehên dewletî yên wî bajarî bo dana karnameya xwandina derisxwanan pereyekî zêde ji malbatên wan distîne.
Birêveberên debistan û xwandingehan her carê bi nav û hêcetên cuda pere ji dersxwanan distînin, carna li jêr navê “Hidiye bi Medrese, Xêyriye, Hemdêlî û…” daxwaza pere dikin û di niha de jî standina pere li derisxwana bo karnameya xwandinê di halekê deye, ku heyamek zêdebû waneyên derisxwanan online bûn, û li 14ê Xakelêwa îsal derisxwan çûne xwandingehan, lewma eva bûye sedema nerizayetiya malbatên derisxwanan.
Malbatên derisxwanan di heyamê 9 meh xwandina zarokên xwe de rastî xercên zêde yên wekî kirîna cilûberigan, alavên nivîsandinê, kirêya hatûçûnê û…. Tên ku pêka standardan divê xwedî dewlet wî xercî bike, lê di nava sîstema rejîma Îranê de ev yeka berwajiye û rejîma Îranê bi hemû awayekî pere ji malbatên derisxwanan disitîne.