Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li bajarê Kirmaşanê ciwanek Kurd hat kuştin

12:14 - 30 Kanûna Paşîn 2022

Roja Pênçşemî 7`ê Rêbendanê ciwanê Kurd yê bi navê Mihemmed Ehmedî Metîn, ji aliyê hêzên rejîma serkutkera Îslamîa Îranê hat kuştin.

Mihemmed Ehemd î Metîn, li meydana Şoheda ya bajarê Kirmaçanê, di dema terafîkê de dinavbera wî û wezîfedarên hêza terafîkê yên rejîmê de, dijberiya devkî çê dibe û piştre, vir bicih dihêle, lê, wezîfedarên terafîkê wî heta ber beriyê malê wî wenêrîn dikin û li pêş deriyê malê teqe jê dikin û dikujin.

Wezîfedarên Hêza Terafîkê yên rejîma serkutker ên rejîmê, Mihemmed Ehmedî Metîn li pêş deriyê mala wî û li ber çavên dayîka wî teqe jê dikin û dikujin.

Ev cara yekem nîne û hêzên serkutker ên rejîma Îslamî ya Îranê, bi bê ti hincent an tawanekê ciwanê Kurd didin ber guleyan.

Her roj nûçeyên kuştina ciwanên Kurd bi destên hêzên rejîma Îranê, li seranserê bajarên Kurdistanê û li ser sînorên ku bo Kurdan hatine destnîşankirin tên belav kirin.