Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

li bajarê Kurdistanê piroseyên avedaniya aborî nivîşkan dimînin

18:51 - 17 Gulan 2022

Li bajarê Selmasê ev 21 salin li ser pirojeya avakirina herêmek aborî li sînûrê wî bajarî de derbas dibe lê heya niha jî ev pirojeya negihîştiye ti encamekê.

Parêzgeha Urmiyê bi hebûna 967 kîlometirî sînûr digel welatên cîran de, kêmtirîn xizmetguzarî bona avakirina deverên aborî ên sînûrî heye û herêma aborî  a Selmasê ku li nêzî sînûrê Tirkiyê ye, yek ji wan deveran e ku heta niha ti karek bingehîn bona avedankirina wê nehatiye encamdan.

Rejîma Îranê bo afirandina derfetên kar bo xelkê pir soz û qewl dabûn lê, heta niha bi piranî çewt derketine. Bo mîna 21 salan berî niha karbidestên rejîmê biryara avakirina herêmek aborî li sînûrê dinavbera bajarê Selmas û welatê Tirkiye dabûn lê, heya niha jî ti karek wisa nehatiye encam dan.

Eger deverên aborî yên sînûrî bi tevahî bên avedankirin û xizmetkariyên hewce bo wan bên encamdan, dikare bibe cihê dahata xelkê hejar û bêkar yê deverê û guherînek zêde di aboriya xelkê deverê de biafirîne lê, rejîma Îranê bi zanebûn û bi armancên siyasî tevî milîtarîzekirina sînûran û rêgirî ji kasibkarên sînûrî, ti pêngavek bona çareserkirina kirîza hejarî, bêkarî û koçberbûna xelkê wan deverên sînorî hilnagire.