Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li bajarê Lendenê xwenîşandanek nerizayetî li dijî rejîma Îranê bi rê ve çû

11:55 - 28 Îlon 2021

Roja Duşemî 5`ê Rezberê “Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê” li Berîtaniyayê xwenîşandanek li navenda bajarê Lendenê ber bi mal û Ofîsa Serokwezîrê Birîtaniyayê ve bi armanca nişandana nerizayetiya xwe li dijî êrîşên Spaha Pasdaran a terorîst bo ser axa Herêma Kurdistanê û bombebarankirina binkeyên Partiyên Rojhilatê Kurdistanê, xwenîşandanek lidar xistin.

Xwenîşanderan ku hilgirê siloganên cur bi cur li dijî rejîma Îranê bûn bi gotina siloganan bi zimanên Îngilîsî, Kurdî û Farsî ber bi Ofîsa Serokwezîrên Birîtaniyayê, bi rê kevtin.

Di vê derheqê de peyama “Navenda Hevkarî” bi zimanên Îngilîsî, Kurdî û Farsî hate pêşkêşkirin.

Piştire nûnerên xwenîşanderan, daxwaza “Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê” pêşkeş bi Ofîsa Serokwezîrê Birîtaniya kirin.