Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li bajarê Mehabadê Bavê şehîd “Xalid Balekî” koça dawiyê kir

17:45 - 5 Şibat 2022

Roja Pêncşemî 14`ê Rêbendanê “Mihemedemîn Balekî” bavê şehîd “Xalid Balekî” xelkê bajarê “Mehabad”ê, li temenê 84 saliyê de koça dawiyê kir.

 “Mihemedemîn” li malbatek şoreşger de jidayîk bibû, û kesekî xweşnav û nîştimanperwer bû, lewma çendîn caran ji aliyê Îtila`ata rejîma Îranê ve bo wê navendê hatibû gazîkirin û rastî azar û ezyetan hatibû.

Xwedêjêrazî heta dawiya jiyana xwe, bi rêbaza şehîdan wefadar ma.

Termê “Mihemedemîn Balekî” li bajarê “Mehabad”ê bi axa pîroza Kurdistanê hat spartin.

Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, sersaxiyê dibêje xizim û kesûkarên xwedêjêrazî û xwe hevparê xema wan dizane.