Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li bajarê Mehabadê, çalakiyên berfireh ên piropagendeyî bi rê ve çû

13:51 - 30 Hezîran 2019

Kurdistanmedia: Endamên PDKÎ, hevdem digel nêzîkbûna 22`ê Pûşperê, salroja rerorkirina rêberê navdar ê gelê Kurd “Dr.Qasimlû” li bajarê Mehabad çalakiyên piropagendeyî lidar xistin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Şeme 8`ê Pûşperê, tekoşerên Demokrat, bi hilkefta nêzîkbûna salroja şehîdbûna rêberê gelê Kurd “Dr.Qasimlû”, çalakiyên berfireh ên piropagendeyî lidar xistin.

Xebatkarên Demokrat li bajarê Mehabadê, li cihên wekî: “Mukriyan, Ferhengiyan, Azadgan, bazar û gomrik”, bi nivîsîna, “Bijî Dr.Qasimlû û gotinên binirx ê Dr.Qasimlû” çalakiyên piropagendeyî lidar xistin.

Hevdem endamên PDKÎ, bi wê helkeftê, li tirbên “Şebek” a girêdayî gondê “Xurxureya” Şarwêran a bajarê Mehabadê, bi paqijkirina tirbên şehîdên rêya rizgariya Kurdistanê, û bilindkirina alaya Kurdistanê, belavkirina gotinên binirx ên şehîd Dr.Qasimlû û  sirûda şoreşgerî û danîna gul li ser tirba şehîdên Kurdistanê, peyman digel rêbaza tijî li serweriya şehîdan nû kirin.