Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li bajarê Mihabadê, Spaha Pasdaran erdê xelkê zewt kiriye

12:23 - 14 Adar 2021

Kesek ji xelkê Îsfehanê bi hevkariya Spaha Pasdaran, devera geştiyarî ya xelkê gundê “Xelîfe” zewt kiriye û gef ji xwediyên wan erdan xwariye ku dibe bêdeng bimînin.

Pêka zaniyarîyan, beşa geştiyarî ya gundê “Xelîfê” ku milkê xelkê wî gundî ye, ji aliyê Kesekî ku xelkê bajarê Îsfehanê ye hatiye zewtkirin û di wan erdan de kangeha berdên giranbih ya wî gundî bi hevkarî û beşdariya Spaha Pasdaran a terorîs talan dike.

Herwisa berpirsên Spaha Pasdaran gef li xelkê xwariye ku dibe bêdeng bimînin; Herwisa nûnerên bi nav nûnerê Mihabadê û Şêwraya bajarê Mihabadê ku bi sedema gendeliya sîstematîk piraniya wan hatine binçavkirinê, li wê derheqê de bêdeng mane.

Spaha Pasdaran û wî kesê xelkê Îsfehanê, bi dana bertîlê bi Saziya Parastina Jîngehê, ew devera gundê Xelêfe zewt kirine.

Pêka gotina xelkê wî gundî, kevirên wê kangehê nirexeke zêde hene ku ji aliyê wî kesî û Spaha Pasdaran ve bi awayekî hevpar tê talankirin û milkê xelkê hatiye zewtkirin.