Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li bajarê Neqedê pêşî ji birêveçûna rêûresma Newrozê hate girtin

19:15 - 26 Adar 2019

Kurdistanmedia: Hêzên ewlehiyê yên rejîma Îranê li bajarê Neqedê, pêşî ji birêveçûna rêûresima cejna Newrozê di wî bajarî de girtin.

Li gorî nûçeyên ku gihîştine malpera “Kurdistanmedia”yê, li bajarê Neqede hêzên îtila`ata rejîma Îranê, tevî givaş xistin û gazîkirina, çalakvanên medenî yên bajar, Şêvr û moxtarên devera Sindûs û nemaze ew gundên ku,di salên borî de, rêûresimên Newrozê wir hatine lidarxistin, îdareya îtila`atê ji wan xwastiye ku, nabe di tu civînên şahî û rêûresimên Newrozê de beşdar bin yan jî, derkevin.

Herwisa piştî gazîkirina girûpên çiyager û jîngehparêz yên Samrend a Neqede û Kawiyan a Neqede, bo lidarxistina rêûresima Newrozê li ser qebra çiyagerê navûdeng yê Kurdistanê yê bi navê “Mihemed Hewraz”, li quntara çiyayê Soltan Yaqub ya wî bajarî, û givaşên hêzên ewlehî yên rejîm li bajarê Neqede bo pêşîgirtin, ji birêveçûna rêûresimên Newrozê zêde bûye û her yek ji berpirsên girûpên çiyagerên Samrend û Kawiyan bo îdareya îtila`atê hatine gazî kirine.

Berpirsên bajarê Neqede dilxwazane û li gorî dilê xwe li gel Kurd û xelkên bajarê Neqede reftar dikin, û bi pêşîgiritin, berbest û astengiyan, li pêşiya rêûresimên Kurdî li wî bajarê û kar bo reşkirina her core rêûresim û nasnameyên Kurd, yên wî bajarî dikin, û dixwazin demografiya wî bajarî biguherin, lê, tevî wan hemû givaşan çalakvanên medenî yên wî bajarî berxwedanîkirin, û herwisa li ser çalakî û armancên xwe tekezî kirin.