
Kurdistanmedia: “Saziya mile Kevê bo parastina Jîngehê” li bajarê Pêncwîn a Herêma Kurdistanê bi merema bilindragirtina bîranîna şehîdên jîngehê, çalakiyên jîngehê birêve dibe.
“Saziya mile keve bo parastina Jîngehê”li bajarê Pêncwîn a Herêma Kurdistan, kempêynek bo çandina daran ya bi navê “ber bi Kurdistaneke kesktir” û bi merema zêde girîngî pêdan û parastina xwezaya jîngeha Kurdistan û bilindragirtina şehîdên jîngehê yên bajarê Merîwanê, yên bi navên şehîd Şerîf Bacwer û Omîd Konepoşî ragehandin.
“Saziya mile Kevê bo parastina Jîngehê” li roja 6`ê Xakelêweya 1397`an, bi merema rêzgirtin û emegnasiya derheq şehîdên jîngehparêz û herwisa şermezarkirina kiryarên têkderane yên li dijî jîngeha Kurdistanê rêûresimeke bîranînê bo nîşandana hevxemî digel jîngehdost û herwisa malbatên şehîdên jîngehê, yên bi naavê şehîd Bacwer û Konepoşî lidarxistin.
Şedîdên wekî Şerîf Bacwer û Omîd Konepoşî, li roja 3`ê Xermanana sala 1397`an, di dema vemirandina agirê daristanên bajarê Merîwanê ku ji aliyê destûpêweniyên rejîmê agirê pê hatibû berdan, canê xwe goriyê parastina jîngeha Kurdistanê kirin.