
Peywendiyên Giştî yên Veguhastin a Şaredariya Pîranşarê, nirxên nû yên veguhastinê belav kiriye.
Roja Şemî 7`ê Gulanê, Peywendiyên Giştî yên Veguhastin a Şaredariya Pîranşarê, nirxa nû ya veguhastinê bo taksiyan diyar kiriye û pêka nirxa nû, nirxa veguhastinê gelek bilindtir ji berê ye û bo taksiyên ku 2 hezar Tumen bo veguhastinê verdigirtin niha bûye 3 hezar Tumen.
Bilindbûna nirxan û nebûna kar û kêmbûna dahata xelkê bûye sedem ku, xelk rastî pirsgirêkan bibin ûajotvanên taksiyan jî bi sedema bilindbûna nirxa alavên hewce yên taksiyan û bilindbûna nirxa benzîn û tekeran nikarin karê xwe bidomînin û rejîma Îranê bi cihê dabînkirina hewcehiyên wan , nirxa veguhastinê bilindtir dike û bi cihê çareserkirina vê pirsgirêkê, pirsgirêkek din diafirîne.
Rejîma Îranê ti girîngiyek bi rewşa jiyana qat û taxên hejar ên civakê û hewcehiyên wan nade , lewma xelkê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê di rewşek dijwar de dijîn.