Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li bajarê Pîranşarê rejîm mijûlê pîlanekê li dijî xelkê ye

18:04 - 9 Gulan 2021

Pêka nûçeya ku gihîştiye bi malpera “Kurdistanmedia”yê, rejîmê ji bajarên Îranê kesên leşkerî tîne û li bajarê Pîranşarê de niştecih dike û bi çend qat girantir malan bo wan bi kirê digire.

Yekek ji xwediyê bingahan li bajarê Pîranşarê ku nexwastiye navê wî bê eşkerekirin di hevpeyvînekê de digel “Kurdistanmedia”yê, basa vê yekê kiriye ku ew kesên leşkerî yên ser bi rejîmê, ew malên ku bi kirê digrin dikin bi cihê gendelî û belavkirina madeyên hişber.

Pêka zaniyariyên wî bingahdarî, heta niha 50 heya 60 xanî li Pîranşarê bo wan kesan hatine bikirêgirtin.

Wî welatiyê bas ji vê yekê kir ku, ew hewla rejîmê cihê metirsiyê bo ser bajarê Pîranşarê ye û çarçoveya civakî ya wî bajarî dê ji nav bibe.