Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li bajarê Pîranşarê salroja şehîdên jîngehê bilind hat ragritin

13:56 - 28 Adar 2019

Kurdistanmedia: Saziya Jîngehparêzî a bajarê Pîranşarê li roja 10`ê Xakelêweyê salroja Şehîdên Kurdistanê, bo bilind ragirtina bîranîna şehîdên zindî yên jîngehê, çalakiyên çandiniyî wê birêve bibin.

Saziya Jîngehparêzî a bajarê Pîranşarê, bi merema girîngî pêdan bi pirsa parastina daristanan, li civînên Newrozê û bi beşdarîkirina di civîna “zarokan”wê çalakiyên çandiniyî  lidar bixînin.

Wê saziyê di daxuyaniyekê de, daxwaz ji endamên sazî û herwisa jîngehdost kiriye, ku di çalakiya çandinî ya li civîna Newrozê de beşdarî bikin.

Ew çalakiya bi merema rêzgirtin û bilind ragirtina şehîdên jîngehê yên wekî şehîd “Şerîf Bacwer û Omîd Konepoşî” û hevdem digel roja 10` Xakelêweyê salroja Şehîdanên Kurdistanê wê bê lidar xistin.

Roja 10`ê Xakelêweyê salroja îdamkirina “Pêşewa Qazî Mihemed” û hevalên wî, ev roj wekî Roja Şehîdên Kurdistanê hatiye diyarîkirin.