Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li bajarê “Qesirê Şîrîn” çalakiyek banghêjiyê hate lidarxistin

16:43 - 11 Kanûna Paşîn 2022

Roja Duşemî 20ê Befranbara 1400an a Rojî, bo cara duyem ji aliyê endamên PDKÎ li bajarê “Qesrê Şîrîn” çalakiyek banghêjiyê hate lidarxistin.

Ew çalakiye li cihên wekî “kolana Mêrsada çarem, Rastîn, Xwandingeha Keçane ya Terbiyet û Fermandariya wî bajarî” hatibûne lidarxistin.

Di wê çalakiyê de siloganên wekî “bijî pêşmerge, bijî PDKÎ û bijî Kurdistan” di ew cihên navbirî de hatibûne belavkirin.

Endam û alîgir bi nîşandana rêz û wefa û hezkirina xwe û herwisa piştevanî ji Hizba Demokratê çalakiyên berfir lidar dixin.