Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li bajarê Qurve endamên PDKÎ çalakiyên piropagendeyî lidar xistin

16:51 - 17 Gulan 2022

Li bajarê Qurve, endamên PDKÎ di çalakiyek berfireh a piropagendeyî wekî hêza Pêşmergê Bajar, piştevaniya xwe ji Pêşmergê Çiya nîşan dan û ragihandin ku amadene bona cîbicîkirina her erkek hizbî.

Têkoşerên Demokrat li ser rêya “Qurve-Dêwelan”ê rûbirûyê Sîloya Zari`î, gundê Çanewerkanî Mame îsmaîl, gundê Pîr Baba Elî, Ongan û Gencî, bi nivîsîna siloganan carek din piştevaniya xwe ji PDKÎ û “Hêza Pêşmergê Kurdistanê” ragihandin.

Hevdem li bajarê Şinoyê, xortên mandînenas û dilsoz ên PDKÎ di kolana “Emîrabad”ê de, çalakiyên berfireh yên piropagendeyî lidarixstin û piştevaniya xwe ji Hêza Pêşmergê Kurdistanê dubare kirin û îradeya polayîn a xwe bo her erkek Hizbî nîşan dan.

Helwesta endamên PDKÎ bona piştevanîkirin ji “Hêza Pêşmergê Kurdistanê” di demekê de ye ku, Spaha Pasdaran a rejîma Îranê bilindahiyên di navbera Rojhilat û Başurê Kurdistanê bombebaran kiriye.