Kadrên dermanî yên nexweşxaneya “Kaşanî” li bajarê “Şehrê Kurd” ku doza 1ê ya vaksena Koronayê bi wan dabûn, bo doza 2ê jî her vaksena doza 1ê bi wan dane ku li ser tenduristiya wan 90 kadrên dermanî bûye gef.
Roja Sêşemî 18ê Gulanê, kadrên dermanî yên nexweşxaneya Kaşanî li bajarê “Şehrê Kurd” de ku berê doza 1ê a vaksena Koronayê ya“Sputnik V” a Rûsî bi wan dabûn, bona lêdana doza 2ê hewcehî bi vaksena doza 2ê hebûne ku bi şaşî vaksena doza 1ê careke din bi wan dane û piştî demekê agehdarê wê şaşiyê bûne.
Waksena doza 1ê ya Sputnik V bi rengê şîn e û ya doza 2ê bi rengê sor e lê, bê berçavgirtina wê yekê ew şaşî hatiye kirin.
Li wê derheqê de Cihgirê Derman yê Zanîngeha Pizîşkiya Şehrê Kurd, “Fireydûn Rehmanî” gotiye: “Hekî lêdana vaksena doza 2ê bi derengî bi wan kesan bidin, ti pirsgirêkek tinabe”.
Alozî li sîstema birêveberî û dabeşkirina vaksena Koronayê li Îranê de bi qasekî zêde ye ku heta şaşî ji aliyê kadrên dermanî ve jî tê kirin û ew 90 dozên vaksena koronayê bi cihê lêdan bi kesên hewce re, wekî doza 2ê bikar anîne.