
Îro serê sipêdeyê, 16`ê Kanûna Paşîn li bajarê Selmas û gundên navçeya Somaya girêdayê bajarê Urmiyî yên weke Memekan, Gelexir û Somanavayê, erdhejek bi kûrahiya 5.5 rîxterî çê bû.
Di encama rûdana erdhejê de, avahiyên gundên herêmê herifîne û zirarên giran ber ketine.
Xelkê herêmê ji duh şev ve, ji ber metrisya dubarebûna erdhejê û herifînê, avahiyên xwe vala kirine û li derve û li ber sirr û seqema zivistanê dema xwe derbas dikin.
Mixabin di demên rûdana bûyerên wuha û di vê demsala sar de, welatiyên bêstargeh li derve di hewayeke sar de dimînin û berprisên pêywendîdar yên rejîmê ji ber cudahîdanînê ti hewl û pêngavek derheq pêragihîştinên hewce neavêjin.