
Li girê Ehrevan yê ser bi bajarê Selmasê yê girêdayî parêzgeha Urmiyê, hin ji amûrên berê hatin peydarkirin ku dîroka wan vedigere bo serdemên berê yên Kevirên Nû (Neolitic).
Serpereştê bernameya qatkirina girê Ehrevana Selmasê “Efrasiyab Grawend” di hevpeyvîna digel nûçegihaniya ÎSNA ya girêdayî rejîmê gotiye ku, amûrên ku di girê Ehrevanê de hatine peydakirin bi ser 7 curên reng û peykeran de tên parvekirin.
Di 8`ê Cozerdana îsal de jî, her li girê Ehrevanê 4 tirb hatibûn peydakirin ku dîroknasan dîroka wan bi 6,500 sal berî niha dabûne zanîn.
Piraniya wan tiştên dîrokî û şûnwarên dîrokî ku di Kurdistanê de têne peydakirin, ji aliyê rejîmê ve dest bi ser de têne girtin. Rejîm hertimî hewil dide şûnwarên dîrokî yên Kurdistanê talan bike.