
Pêka nûçeyên gehiştî bi malpera “Kurdistanmedia”yê berpirsên xwendingeha diwanawendî ya keçan a bi navê “Zeyneb” li taxa “Hemalava” yê ser bi bajarê “Seqiz”ê heyama çendîn mehan e ku bo ceribandina pirtûka “Zîstşinasî” ji her dersxwanekê 50 hezar Tumen standiye lê heta niha ew ceribandin nehatiye encamdan.
Dersxwan piştî bêhêvîbûn ji vê ceribandinê daxwaza perê xwe kirine, lê berpirsê xwendingehê bi wan re gotiye ku: “Ew pere bi hisaba dewletê rijandine û êdî nikarin bidine wan”, hêjayê baskirinêye ku di çendîn xwendingehên din yên bajarê “Seqiz”ê de ew pere ji dersxwanan hatiye standin.
Wergirtina vî pereryê ji dersxwanan di halekê deye ku heyama du salan e bi sedema belavbûna vîrûsa Koronayê, xwendina raste rast di xwendingehan de bi rê ve naçe, lê karbidestên rejîmê bi fêl û hêcetên cuda pere ji dersxwanan disitînin.
Her di vê derheqê de Perwerde û Hînkariya rejîmê li bajarê “Seqiz”ê di navbera taxên qeraxnişîn û taxên din yên nava bajar de cudatiyê datinê, û di taxên qeraxnişîn de ti xizmetkariyên taybet bo taxên qiraxnişîn dabîn nake.