Kurdistanmedia: Endam û alîgirên PDKÎ, li birêvebirina çalakiyên tebilîxî bi boneya newrozê berdewam in.
Li gorî nûçeya ku gihîştî malpera “Kurdistanmedia”yê, endam û alîgirên veşartî(nehînî) yên PDKÎ, şeva Duşemî, 27 li ser 28`ê Reşemehê, li bajarê Seqizê, bi boneya Newroza Kurdevarî, û destpêkirina televîzyona “Tishktv”, çalakiyên tebilîxî lidarxistin.
Di van çalakiyan de, endam û alîgirên PDKÎ, postêra taybet a Navenda Hevkariyê ya Partiyên Kurdistan û Logoya Partiyên Demokrat û ferekansa televîzyona “Tishktv”yê belavkirin.
Hevdem xebatkarên Demokratê, di van kolan û şeqaman ku, çalakiyên tebilîxî lidarxistine wiha ne, “Şanaz, 32 metrî, Azadigan, Hafiz, Nesîrî, Şafi`î, Rûdekî, Piş mizgevta hezretî Umer, Se`idî, 11`ê Gulan û Salahava.