Endam û alîgirên PDKÎ li bajarê Sine, bi lidar xistina çalakiyên piropagendiyî, soz û emegnasiya xwe digel rêbaza şehîdên Kurdistanê nû kirin.
Xortên têkoşer ên Demokrat li bajarê Sine, bi resimandina alaya Kurdistanê û belavkirina traktan li şeqamên “Xesrava, Çarbax, Bê`iset û çar rêyana Îkbatan û Ber Meyan Emîn” carek din piştevaniya xwe ji PDKÎ re nîşan dan.
Herwisa endam û alîgirên PDKÎ bi qîrandina silogana “berdewam be PDKÎ û serbikeve Rasan”, û herwia dubare kirine ku bona birêvebirina her erkek Hizbî, amade ne.