Roja Înê 1`ê Çirriya Pêşîn, li bajarê Sineyê xelkê jîngehdost, çalakvanên jîngehparêzî û çiyagerên Sineyê bi minasibeta roja cîhanî ya “Geştyarî”, çalakiyên jingehparêzî bi rê ve birin.
Xelkê jîngehdost, çalakvanên jîngehparêzî û çiyagerên Sineyê li derdora avbenda “Qişlaq”ê ya ser bi bajarê Sineyê helmetek jîngehparêzî bi rê ve birin û derdorê avbendê ji tiştên gemar û ziblan paqij kirin.
Wan li wir bi sedan laylonên ziblan pir kirin ji ziblên gemar û derdorê avbendê bi ciwanî paqij kirin.
Jingehparêzên Sineyê bi lidarxistina kombûnekê dane zanîn: “Parastina jîngehê erkê me hemûyan e û divê em cihên geştiyarî bi paqijî biparêzin û xwe ji her cure kiryarek dijejîngehî biparêzin”.
Wan li ser avbenda “Qişlaq”ê kombûnek nerizayetiyê jî lidar xistin û daxwaza ava paqij a vexwarinê bo bajarê Sineyê kirin.